Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şîn hate ragihandin
Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, şîna giştî hate ragihandin.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, şîna giştî hate ragihandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo kesên di xwepêşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, şîna giştî hatiye ragihandin.
Tê gotin hêzên Îranê li gelek bajaran gef li xizmên welatiyên hatine qetilkirin xwarine û êrişî wan kirine. Herwiha tê gotin Îranê gelek deriyên goristanan girtiye û derdora goristanan hêz belav kiriye û rê li şîna giştî ya ji bo qurtaniyan hatiye ragihandin, digire.
Xizmên kesên hatine qetilkirin, di torên dîjîtal de behsa gefên hêzên rejîmê dikin, tê gotin gelek kes ji bo saziyên îstîxbaratê tên vexwendin, gef li wan tê xwarin. Herwiha tê gotin gelek hêzên Îranê li ber derê malên welatiyan hatine bicihkirin.
Hêjayî gotinê ye di 28’ê Kanuna 2025’an de li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijî zilm û zordariya dewleta Îranê xwepêşandanan destpê kir.